Xebatên ji bo pêşlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê li herêmê dewam dike. Di vê çarçoveyê de pêngavên pakkirinê li seranserî herêmê dewam dikin û îro navçeya Amûdê hat pakirin.
Li kêleka biryaran, pêngavên pakkirina herêmê jî dewam dikin.
Îro Şaredariya Gel a Amûdê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo kolanên navçeyê pakkirin.
Pêngavên pakkirinê li hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 15’ê Sibatê ve dest pê kirine.