“Darizandina çeteyên DAIŞ’ê tirsê dixe dilê dewleta Tirk”

Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman dibêje: “Rêveberiya Xweser tirs xistiye dilê dewleta Tirk a dagirker.”

Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman derbarê mijarê axivî û wiha got:

“Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina xaka Sûriyeyê êriş dike.

Berî civînên ku tê de Tirkiye, Rûsya û Îran dicivin dewleta Tirk êrişên xwe girantir dike.

Ew civîn jî tu carî ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê bûn.

Berovajî wê ev yek rê ji dagirkeriyê re vedike.”

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Kobanê daxwaza darizandina DAIŞ’ê dikin

Back to top button