HDP’ê qurbaniyên qirkirina Ermeniyan bi bîr anî

HDP’ê û HBDH’ê qurbaniyên ku di qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî.

Desteya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)daxwiyaniyek da û got:

“Ti nasname, ziman, çand yan jî baweriyek etnîk a li ser vê xakê ji ya yekê din li jortir nîn e.

Ev rastî hîna weke rastiya giştî ya civakî û siyasî nehatiye qebûlkirin.

Em êşên 108 salan parve dikin .

Kesên di wê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane, bi xemgînî û rêzdarî bi bîr tînin.”

HBDH’ê li dijî qirkirinan banga geşkirina berxwedanê kir

Komîteya Rêveber a HBDH’ê jî daxwiyaniyek da û got:

Di dîroka Komara Osmanî û Tirkiyeyê li ser gelan her dem zilm hatiye kirin..

Bi wesîleya salvegera Qirkirinan Ermenan de lazime li dijî qirkirinan berxwedan bê geşkirin.

HBDH’ê bang kir ku ji bo jiyaneke wekhev divê têkoşîna yekbûyî were geşkirin.

Back to top button