Malbatên girtiyan: Em bibin yek û tecrîdê bişkînin

Çalakiya Nobeta Edaletê li bajarê Wan, Amed, Edene û Mersînê di roja 10’an de didome.
Çalakvanên beşdarî Nobetê bûne diyarkirin ku ew ê bi têkoşîna hevpar ya li gitîgehan û derve dawî li tecrîdê bînin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku di çarçoveya pêngava ji bo Rêber APO hatiye destpêkirin li bajarên Wan, Amed, Edene û Mersînê ku malbatên girtiyan dane destpêkirin di roja 10’an de didome.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alikari û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TUHAY-DER) di 4’ê kanûnê de hat destpêkirin jî, didome.

Malbatên beşdarî Nobeta Edaletê bûne, ji bo yekitiya li dijî tecrîdê bang kirin.

Fîlîz Ûyar: Dê berxwedana me bidome

Fîlîz Ûyar ku dayika girtiyê bi navê Metîn Ûyar e anî ziman ku bi bidawîbûna tecrîda Îmraliyê re dê pirsgirêk bi dawî bibin.

Huriye Kaçan li dijî tecrîdê banga yekitiyê kir

Dayika Cafer Kaçan, Huriye Kaçan jî diyar kir ku ji ber zextên li girtîgehan û girankirina tecrîdê grevên birçîbûnê dest pê kirine û got:

”Divê gelê kurd li dijî polîtîkayên tecrîdê yekitiya xwe pêk bîne.”

Devlet Çîftçî: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye

Ji jinên serdana Nobeta Edaletê kirin Devlet Çîftçî jî anî ziman ku mifteya çareseriyê îmraliye.

Şahîn Dîlara: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe

Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê navçeya Elbakê Şahîn Dîlara jî axivî û got:

“Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Bê birêz Ocalan aştî pêk nayê.

Em silavên xwe ji hemû girtiyan re dişînin. Em diyar dikin ku ew ne bi tenê ne û bi çalakiya wan li cem wan in.”

Afîfe Kartal: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin

Dayika Mûhammed Kartal ê di greva birçîbûnê de ye Afîfe Kartal jî got:

“Zarokên me heta ku tecrîd bi dawî bibe wê dest ji greva birçîbûnê bernedin.

Ew ê li nava çar dîwaran, em ê jî li qadan têkoşîna xwe dewam bikin.”

Mehmet Kaya: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye

Mehmet Kaya ku beşdarî Nobeta Edaletê ya Amedê bû û got:

“Ez ji ber vê berxwedana birûmet dayikan pîroz dikim.

Yên biryara têkoşînê didin, yên biryarê nadin teslîm dibin.

Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî berxwedêran dikim. Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e.”

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9 de dewam dike

Back to top button