Welatiyên herêma Firatê: Em ê li hemberî hişmendiya dîktatorî têkoşînê bikin

Kiryar û dorpêça leşkerên Hikumeta Şamê li ser Helebê, Şehba û taxên wê berdewam in.
Welatiyên Herêma Firatê piştgirî dan şêniyên dorpêçkirî û siyaseta wan ya birçîkirinê piştrast kir.

Zehmetiyên şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê roj bi roj zêde dibin.

Di encama dorpêçê de, xebatên xizmetguzariyê, dibistan li Şehbayê hat rawestandin û rê li ber sotemeniyê hate girtin.

Li hember vê dorpêçê welatiyên Herêma Firatê nerazîbûna xwe nîşan da.

Welatiyê bi navê Xelîl Ehmed diyar kir ku wan çawa ji destpêka şoreşê ta niha têkoşîn kir, ew ê li hemberî vê hişmendiya dîktatorî ku dixwazin bi dorpêçê vîna wan bişkînin jî têkoşînê bikin.

Welatiyê bi navê Ebdulezîz Ehmed jî dazanîn hikumeta Şamê û dewleta Tirk dixwazin îradeya gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, lê ewê bi hevgirtina xwe planên wan vala derxînin.

Welatiya ji Minbicê Hena Tilcibînî jî bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku ji bo bidawîkirina dorpêçê destwerdanê bikin.

Leşkrên hikûmeta Şamê di xalên leşkerî de perê welatiyan ji wan distînin

Dorpêç jî nebese li bendên ewlehiyê yên hikûmeta şamê ku li dora şêxmeqsûd, eşrefiye û şehbayê daniye jî leşkerên hikûmeta şamê ji bo derbasbûna welatiyan pere di bîrika wan derdixîne.

Ajansa Hawarê vê yekê bi dîmen belge dike ku çawa leşkerên hikûma Şamê li xaleke Şehbayê pereyan di bîrika welatiyên şêxmeqsûd de derdixîne û ji xwe re dibe.

Velantîna Ebdo: Dorpêç êdî gefê li jiyana şêniyan dixwe

Back to top button