KCDK-E: Ji bo azadiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Li tevahî bajarên Ewropayê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê xebat têne kirin.
Li gelek bajaran civînên gel hatin li darxistin..
Tê de bang li hemû Kurdistaniyan hat kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demeke kin meye.

Di vê çarçoveyê de Partiya Çepên Kesk li gelek bajarên Ewropayê lez da xebatên xwe.

Kongreya civakên demokratîk a kurdistaniyên li Ewropa daxuyaniyek weşand û got:

Di vê hilbijartinê de ya em ê devng bidin komkujî, înkar, zext û tekperestiyê ya jî deng bidin demokrasî, wekhevî û jiyaneke azad.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dengdana li derveyî welat wê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de pêk were.

KCDK-E’yê her wiha banga seferberiyê li hemû navend, pêkhate û komîsyonên hilbijartinê kir.

Xebatên Partiya Çepên Kesk li Fransayê

Li bajarên Fransayê bi wesîleya hilbijartinên 14’ê Gulanê civîn ji gel re hatin lidarxistin û mîtîngek li dar ket ..

Partiya Çepên Kesk serkêşiya vê xebatê kir..

Di mîtîngê de bang li hemû Kurdistaniyan hat kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Piştî axaftinan govend hat gerandin.

Xebatên Partiya Çepên Kesk li Swîsreyê

Li Swîsreyê jî xebatên Partiya Çepên Kesk hebû.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li 4 bajaran civînên gel li dar dixist.

Di civînê de bal hat kişandin li ser tecrîda li Îmraliyê ..

Hate gotin ku ji bilî berxwedanê tu rêyek din nîne.

Li Melboûrneyê şeva piştevaniyê ya bi Partiya Çepên Kesk re

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê,

Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê şeva piştevaniyê ya bi Partiya Çepên Kesk re li dar xistin.

Nêzî 300 kes tev li şeva piştevaniyê bûn.

Partiya Çepên Kesk li Malmoyê civîna hilbijartinê li dar xist

Li Malmoya Swêdê ye jî, ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê civîneke gel hat lidarxistin.

Di civînê de girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi berfirehî hate nîqaşkirin.

Rêveberiya Malmo ya Partiya Çep Tove Karnerud li ser navê partiya xwe peyamên hevgirtinê da.

Back to top button