Xiyanetkarên gerîla Harûn Elbak radest kirin hatin cezakirin. Ragihandina dagirkeriya Tirkiyê eşkere kir ku doh êvarê li Hezêxê li gundekî êrîşek çekdarî pêk hatiye.
Di encamê de kesek miriye, 2 kes jî bi giranî birîndar bûne. Li gorî rojnameya Duvar ew kesên hatine cezakirin xiyanetkarên gerîla Harûn Elbak radestî dewleta Tirk kirine.
Li gor çapemeniya Tirkî, doh şevê gundê Yavşan a navçeya Îdil a Şirnexê li hemberî kesên ku gerîlayê HPG Harûn Elbak (Selim Adiyaman) radestî leşkerên tirk kiribûn êrîşek çekdarî pêk hatiye.
Di encama êrîşê de hat destnîşankirin ku 3 kes bi giranî birîndar bûye.
Navê yên bi giranî birîndar bûne wiha ye: Hasan Y, Abdullah E, Eşref E ye.
Dema rakirina nexweşxaneyê kesê bi navê Hasan Y ku bi giranî brîndar bibû, mir.
Derbarê vê mijarê de heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye ragihandin.