Fransa.. Ji ber şewatê welatiyên li Gironde bo cihên ewle hatin veguhestin

Di nava sala 2022’an de li nava Ewropa yek ji welatên herî zêde berdêla germahiyê dayî Fransa bû.
Ji ber germa zêde, li Fransa şewatên mezin pêk hatin.
Herî dawî ji ber şewata li Gironde neçar man ku welatî bo cihên ewle werin veguhesitin.

Şewata doh piştî nîvro despê kirî dewam dike.

Heta niha ji bêtirî 400 hektar ji daristanê şewitiye.

Her wiha ji ber şewatê heta niha 1300 hektar daristan ziyan dîtiye.

Tîmên agirkujiyê berê xwe dan qada şewatê.

Ji bo herêmên sivîlan jî welatî hatin veguhestin.

Ewropa.. 750 hezar hektar daristan şewitî

Serê welatên Yekîtiya Ewropa jî bi şewatê re di nava belayê de ye.

Ji 1’ê Çile heta 3’ê Îlonê li welatên YE qadeke ya bi qasî 750 hezar hektar daristan bû xwelî.

Ev dane li gorî 2021’an nêzî 3 qat zêde bûye.

Li Amerîka şewat..11 hezar kes ji qadê hatin derxistin

Li eyaleta Kalîforniyayê ya DYA ji 6’ê Îlonê ve agir bi daristanê ketibû.

Di vê şewatê de herî kêm 16 hezar û 500 hektar qad şewitî.

Ji ber rewşa li herêmê, herî kêm 11 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Back to top button