HPGê: Li herêma Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêma Zapê li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyên tîmên bi tevger de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 12’ê Îlonê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker yên li Qada Şehîd Adil ya bi ser herêma Zapê xistin.

Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê li Girê Amediyê ya herêma Metîna tîmên me yên bi tevger sîstemeke kamera ya ku dagirkeran mayîn li ser bi cih kiribûn rûxandin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 32 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button