Çavdêriya Sûrî: Di êrişê de 2 karmendên balafirgeha Şamê hatin kuştin

Îsraîlê careke din êrişî balafirgehên Navneteweyî ên Şam û Helebê kir.
Di êrişê de, 2 karmend hatin kuştin û her du balafirgeh ji xizmetê derketin.
Di şer û topbarana li herêma bêçek 4 zarok û leşkerekî hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Li Tedmurê çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên hikûmetê kirin, 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama êrişê de 2 karmendên balafrigeha Şamê hatin kuştin.

Hat diyar kirin tevî ku pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê bersiva êrişan da, lê rê li ber êrişê negirt.

Ji serê mehê û heta niha artêşa Israîlê 12 caran êrişî balafirgehên Şam û Helebê kirin.

Di encamê de 10 caran her du balafirgeh ji ximzetê derketin.

Ev êriş hemwextî gurbûna şerê Îsraîlê û Hemasê pêk tên.

Li herêma bêçek şer-4 Zarok û leşkerek hatin kuştin

Li herêma bêçek, şerê dinavbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker gurtir dibe.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku balafirên şer yên Rusyayê bidijwarî herêmên Idlib, Laziqiyê û Hemayê bombebaran kir.

Hêzên Hikûmeta Şamê jî bi çekên giran gundewarên Helebê topbaran kir.

Çeteyan jî bi heman rengî gundewarên Hemayê topbaran kirin ku di êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Hat ragihandin hêzên hikumetê jî bersiva êrişan da û bê serûber gundewarên Hemayê topbaran kir.

Hat diyar kirin di êrişê de, ji malbatekê 4 zarok hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Tedmur-Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana Sûrî jî tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde dibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku şevê din çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilatê Tedmûrê êrişî erebeyek leşkerî ya hikumeta Şamê kirin.

Hat diyar kirin di êrişê de, 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Back to top button