Şandeyek ji Parlamentoya Belçîka û nûnerên saziyên civaka sivîl ên Belçîkayê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiyan.
Îro vê sibehê şandeyek ji Parlamentoya Belçîkayê û nûnerên saziyên civaka sivîl ên Belçîka gihaştin herêmên bakur û rojhilatê Sûrî.
Şande bi Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer û cîgirê wî ve hate pêşwazîkirin.
Şande li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişlo bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya.
Şande ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê û endamê komeleyê pêk tê.
23’ê Sibata îsal jî şandeyek a hikumeta Belçîkayê serdana herêmên bakur û rohilatê Sûrî kiribû.