EFRÎN – ÇETEYÊN DEWLETA TIRK CIWANAN DIREVÎNIN Û BI ZORÊ TEVLÎ ŞER DIKIN

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Çeteyên dagirkeriyê rojane bi ser gund û malan de digirin û welatiyan direvînin. Hat zanîn ku vê dawiyê, dewleta Tirk ciwanên ku direvîne, bi zorê wan dişîne eniyên şer. Her wiha sîxurekî dewleta Tirk bi navê hisên Cefer ê ji gundê Metîna yê Şera jî hate kuştin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawî de gelek ciwanên Efrînê revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, ciwanan bi darê zorê dişînin eniyên şer.

Ajansa Hawarê (ANHA) ragihand ku duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Şiyê gelek ciwan revandin.

Li gorî agahiyan, komên çete yên bi navên Lîwa El-Weqas û Lîwa Sultan Mihemed El-Fatêh li gundên Anqelê, Hê-kcê, Senaa-rê, Merwaniyê, Çeqelê Ortê yên Şiyê gelek xortên Kurd revandin.

Li navçeya Cindirêsê jî di 15’ê Tîrmehê de koma çete ya bi navê Feylaq El-Şam ji gundê Îska 3 kes revandin, kesên ku hatine revandin ev in:

– Mihemed Cemal Xelo
– Omer Cuma Nazo
– Omar Mihemed Nazo

Her wiha ji gundê Şadêrê yê heman navçeyê jî Nûrî Cimo Eşref ê 60 salî ji aliyê çeteyên Feylaq El-Şam ve hate revandin.

Dîsa, dewleta Tirk a dagirker danê êvarê, zeviyên navbera gundên Kîmarê û Soxenakê yên Şêrewa şewitandin.

Her wiha hat zanîn ku kesek bi navê Hisên Cefer ê ji gundê Metîna yê Şera ji aliyê çeteyan ve hat kuştin.

Tê zanîn Hisên Cefer sîxurtî ji artêşa Tirk û çeteyên wê re dikir.

Piştî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê, ev kes kete pêşiya çeteyan û gelê sivîl dida girtin, û her wekî din di saziyên çeteyan de jî xebitiye.

Hisên Cafer pêr ji aliyê çeteyan ve hatiye kuştin û heta vê gavê tu kes nizane ka bi çi şêwazî hatiye kuştin.

Leave a Reply

Back to top button