Artêşa dewleta Tirk gundê Dirdara topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî herêmê dewam dikin, herî dawî jî 2 gundên Til Temir topbaran kirin û malek kirin armanc.

Artêşa dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê doh êvarê careke din gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê Micêbra malek sivîlan kirin armanc

Piştî vê êrişê dagirkeran, gundê Micêbra yê heman navçeyê topbaran kirin û malek kirin armanc.

Di encmê de tiştek bi kesî nehat, tenê ziyanên madî çêbûn.

Berî vê êrişê bi çend deqeyan b​​​​alafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Kobanê digeriyan.

Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hema bêje rojane hene.

Tevî ku agirbestek li herêmê hatî ragihandin jî lê dîsa dewleta Tirk dev ji êrişên xwe bernade.

Li hember vê jî Rûsyaya garantor xwe li bêdengiyê daniye û wekî ku kor e çavê xwe ji êrişan re digire.

Back to top button