Iraqê..di xwepêşandanên li Bexdayê de 125 kes birîndar bûn

Li Iraqê hilbijartina pêşwext ya 10’ê Cotmehê jî nekarî aramiyê ji bo welat bîne.
Şêniyên Bexdayê doh careke din li dijî encamê hilbijartinan daketin qadan.
Di xwepêşandanê de 125 kes birîndar bûn.

Doh piştî nimêja Înê aliyên Şîe yên ji encamên hilbijartinê nerazî, li dijî encamên hilbijartinê li Bexdayê jî daketin qadan û ber bi herêma Kesk a Bexdayê ve çûn.

Li ber deriyê herêma Kesk di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket.

Hêzên ewlehiyê hemû deriyên herêma Kesk girtin.

Hate gotin di aloziyê de 2 kes hatine kuştin û 90 jî birîndar bûne.

Lê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê eşkere kir ku ti kesan jiyana xwe ji dest nedaye.

Wezaretê diyar kir ku 125 kes birîndar bûne.

Komîteya Amadekar a Xwepêşandanê diyar kir ku gumanên li ser Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê dewame û daxwaz ji Dîwana Dadwerî ya Bilind kir ku ji bo rizgarkirina welat ji metirsiyan destwerdanê bike.

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî jî bi awayek tund şîdeta li hemberî xwepêşanderên li Bexdayê şermezar kir û banga dawîanîna çewisandina xwepêşanderan kir.

Back to top button