Divê dewleta Tirk li pêşberî dadgeha navneteweyî were cezakirin

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyê sûcê şer dike, ji ber vê yekê divê li pêşberî dadgeha navneteweyî were cezakirin.

Ehmed Dawûd diyar kir ku dewleta Tirk rêgezên qanûnî yên herêmî û navneteweyî derbas kiriye û got :

“Dewleta Tirk xwedî dîrokek e ku piştevaniya terorîstan dike ev kom niha li navçeyên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne û binpêkirinên hovane û komkujiyan li dijî sivîlan dikin.

Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên bi Tirkî re bêdeng dimînin.”

Ehemed Dawûd destnîşan kir ku divê mijarên sûcên şer ên dewleta Tirk yen weke topbarana rojane ya li ser sivîlan, qutkirina avê, di qadên navneteweyî de bên rojevkirin.

Dawûd dawiyê diyar kir ku divê dosyayên têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk pêşkêşî rêxistinên mafên mirovan werin kirin da ku dewleta Tirk li pêşberî dadgeha navneteweyî werin cezakirin.

Back to top button