Şehba..Amadekariya pêşwazîkirina demsala zivistanê dike

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Efrînê ji bo werzê zivistanê dest bi projeyan kir.

Deste, rêyên gund û bajarokên kantona Şehbayê sererast dike.

Ji bo koçberên di kampan de jî madeyên sereke yên sererastkirina konan pêşkêşî wan kirin.

Hevseroka Şaredariya Gel Firyal Cimo anî ziman ku sererastkirina rêyan li ser daxwaza şêniyan pêk hat.

Firyal balkişand ser ambargoya li ser herêmê û da zanîn ku proje ji ber ambargoyê dereng dimînin.

Li ser qutkirina ava vexwarinê ji aliyê UNICEF’ê Firyal Cimo got:

Piştî qutkirina avê 37 gund zehmetiyan dikşînin, em jî hewl didin bi rêya sahrîcan avê dabîn bikin.

Back to top button