Parêzer Paûla Martîn: Divê mirov nêzîkatiyên li dijî Abdullah Ocalan ji bîr nekin

Parêzer Paûla Martîn Ponz nerazîbûn nîşanî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan da û diyar kir ku tecrîd cezakirina gelê Kurd e.

Parêzer Paûla Martîn Ponz bi bîr xist ku rewşa ku Rêber Abdullah Ocalan têde ye bi rengekî eşkere û şênber hewldanek ji bo tunekirina mafên bingehîn û mirovî ye.

Paûlo got:

”Divê mirov bandora zalimane, li dijî mirovahiyê û biçûkxistinê ya nêzîkatiya li dijî Abdullah Ocalan ji bîr nekin.

Her wiha divê mirov ji bîr nekin ku her hewldaneke biçûkxistinê ya li hemberî mehkûmetî di heman demê de cezakirina malbat û piştevanên wî ye.

Weke ku di mînaka Abdullah Ocalan de jî tê dîtin, cezakirina gelê Kurd e.”

Paûlo destnîşan kir ku ji mafê her mirovekî ku li girtîgehê be xwedî parêzerek be ji bo ku bi hêsanî xwe bigihîne parêzer û belgeyên li ser doza xwe, karibe danûstandinê bi rêveberiya girtîgehê re bike.

“Rakirina tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan yek ji daxwazên me ye”

Back to top button