Çeteyan li navçeya Raco jinek êşkence kir û li ser jineke din bac ferz kir

Bi nêzîkbûna salvegera 3. a dagirkirna Efrînê, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan zêde dibin.
Li navçeya Raco çeteyan jinek êşkence kir û li ser jineke din jî bac ferz kirin û mala jinek temenmezin jî destser kirin.

Rojane sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê zêde dibin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan jina bi navê Emîne Mistefa Umer a ji gundê Kosa ya navçeya Raco bi giranî êşknce kir.

Emîne ji ber daxwaza dikana xwe ya li gundê Meydan Ekbez ji çeteyan kir, ew bi giranî hat êşkencekirin.

Li gundê Goliya yê Raco jî, çeteyan 2 hezar Lîreyê Tirk bac li ser jina bi navê Fatme Mihemed ferz kirin.

Hat zanîn ku ji ber Fatme sewalên xwe di zeviya birayê xwe de diçêrand, çeteyan bac li ser wê ferz kirin.

Çeteyan li Efrînê mala jineke temen mezin desteser kir û ji malê derxist

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê, jina temen mezin a bi navê Nezîfe ya ji gundê Hec Qasim ê Mabata ji mala xwe bi darêzorê hat derxistin û mala wê hat desteser kirin.

Li gorî Malpera Afrinpost, çeteyan mala wê jinê bi 500 dolar firot.

Back to top button