Serokwezîrê Îtalya: Erdgoan dîktator e

Serokwezîrê Îtalya, ji ber li-pê-hiştina seroka Komîsyona YE’yê Ulsula von der Leyen, bertek nîşan da û diyar kir ku Erdogan dîktator e.

7’ê Nîsanê, Serokên Komîsyona YE, Ulsula von der Leyen û Charles Michel serdana Enqereyê kiribû û bi Erdogan re civiyan.

Di vê civînê de aloziyeke dîplomasî rû da.

Di hevdîtinê de, Erdogan û Charles Michel li ser kursî rûniştin û Ulsula li pêyan ma.

Piştre Erdogan, Seroka Komîsyona YE’ê, li pêşberî Wezîrê Derve da rûniştandin.

Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi di konferanseke çapemeniyê de, li-pê-hiştina Seroka komîsyona YE’yê weke heqaret pênase kir û got:

“Divê Seroka Komîsyona YE’yê navên rast li van kesan bike, bi vê nêzîkatiya ku bi van dîktatoran re rû bi rû mayî, xemgîn bûm.

Divê Erdogan bi awayekî vekirî Dîktator bê dîtin.”

Back to top button