Li Colemêrg û Geverê serdana gorên şehîdan hat kirin

Bi boneya Cejna Qurbanê li Stenbol, Colemêrg û navçeyên wê serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, hat kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, bi boneya cejnê serdana gorên şehîdan kirin.

Di serdanê de hate gotin, goristanên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dîroka gelê kurd e.

Berpirsiyariya me jî ew e ku em li vê mîrateyê xwedî derkevin.

Li Stenbolê serdana gorên şehîdan hat kirin

Her wiha Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Anatoliyayê bi wesîleya Cejna Qurbanê çû Goristana Gazî ya Stenbolê û gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne ziyaret kir.

Jinan di serdanê de diyar kirin ku ew ê asta têkoşînê bilindtir bikin û banga azadiya rêber Apo kirin.

Back to top button