Remziya Mihemed:Di navbera 11 salan de hemû nirx, çand û hebûna ji têkçûnê biparêze

Jinên Rojava têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyyê û hedefgirtina jinan pêşeng nirxandinkirin û gotin:Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser herêmê têkbirina projeya neteweya demokratîk. Em ê armancên şoreşa xwe biparêzin û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin.

Şoreşa ku bi têkoşîna jinan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat nasîn rojane rû bi rûyê êrişên dewleta Tirk tê.

Jinên ku di şer û têkoşîna DAIŞ’ê û şoreşa jinê de pêşengiyê kirin ji aliyê dewleta Tirk ve tên şehîd kirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed ya derbarê mijarê de nirxandin kir û bal kişand li ser girîngiya yekîtiya jinan.

“Em ê armancên şoreşa xwe biparêzin”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Rîma Mehmûd bal kişand ser hedefgirtina jinan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û got:

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser herêmê têkbirina projeya neteweya demokratîk.

Wê dewleta Tirk a dagirker negihîje mirada xwe.

Em ê armancên şoreşa xwe biparêzin û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sebah Mûsa jî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha anî ziman:

Dewleta Tirk a dagirker jinan dike armanc.

Bi wan êrişan dixwaze vîna me bişikîne û şoreşa me têk bibe.

Li aliyekî din jî endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Beha Binyamîn a ji pêkhateya Suryan got tu kes nikare vîna jinan lawaz bike.

Hvseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan jî bang li gel kir ku li dijî dagirkeriyê asta têkoşînê bilind bikin .

Her wiha hevseroka Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrzorê Îman El Mihêmîd da zanîn ku armanca dewleta Tirk ewe ku
vîna jinê bişikîne, şoreşa wan têk bibe, derbeyê li projeya Rêveberiya xweser bide.

Îman di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ki rku helwestên cidî li hember sûc û binpêkirinên li dijî jinan nîşan bidin.

Back to top button