Saliha Aydenîz: Divê em li dijî êrîşên topyekun bibin bersiv

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku li dijî Kurdan her tim êrîşek nû dikin dewrê, armanca wan ev e ku êrîşî nirxên Gele Kurd bikin, divê em bi hev re li dijî van êrîşan bibin bersiv.

Hevsroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, polîtîkayên li hember Kurdan yên di dema vîrûsa korona de nirxandin.

Salîha destnîşan kir ku AKP û MHP’ê stratejiya xwe ya yekbûnê li ser dijminahiya Kurdan xistiye dewrê û got:

Piştî hilbijartinên Hezîrana 2015’an û şûnde desthilatdariyê li hember Kurdan êrîş daye destpêkirin.

Astengiya herî mezin ya li pêş demokrasiyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.

AKP û MHP dizanin ku yekane riya demokratîkbûnê tevgera Kurd pêk tîne û ji ber vê êrîşê Kurdan dikin.

Hebûna gelê Kurd, pêşiya aştî, demokrastî û jiyanek wekhev vedike, ji ber vê jî rastî êrîşên bê sînor tên.

Dijminahiya li hember Kurdan êdî sînoran nas nake, Kurd bi teşeyên êrîşên cuda re tên rû hev lê armanc hemane.

”Her tim plana komkujiyê xistin dewrê’

Salîha anî ziman ku êrîşa li hember goristanan jî parçeyeke polîtîka tunekirinê ye û ev tişt anî ziman:

Dewleta Tirk êrîşî goran dikin, her tim bi rêbazên cuda planên komkujiyê li dijî Kurdan dixe dewrê.

Li dijî Kurdan dijminahiyek heye, bi hatina qeyûman re em vê dibînin.

Bi êrîşên li hember goran dijminahiya AKP û MHP’ê ya li hember kurdan carek bi eşkera hat dîtin.

Desthilatdariyê vîrûsa korona ji xwe re kir derfet û êrîş diber ser gelê Kurd.

Divê em li dijî van êrîşên topyekun bi yekitiya topyekun bersivê bidin.

Back to top button