Faşîzma AKP’ê cara 3. goristana Lîcê xera kirin

Li navçeya Licê ya Amedê goristana ku beriya niha ji esmanî û bejahiyê ve hatibû bombebarankirin, cara 3’yemîn hat xerakirin.

Hat zanîn ku goristana li gundê Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê carek din hat xerakirin.

Malbatên şehîdan, bi boneya cejna remezanê dema çûn ser goristanê, rastî hovîtiya dewleta tirk hat.

Malbatan diyar kir ku hemû gor hatine rûxandin, kêlikên goran ku bi kurdî hatine nivîsandin hemû hatine şikandin.

Malbatan destnîşan kir ku nayê zanîn goristan kengê hatiye rûxandin.

Di van demên dawiyê de li herêmê oparasyonek dagirkeriyê hebû.

Goristan 2015’an du caran ji esmanî û bejahiyê ve hatibû bombebarankirin û rûxandin.

Bi vê êrişê re ev cara 3. goristan tê xerakirin.

Beriya niha jî faşîzma AKP’ê goristanên li Wan, Amed, Mûş û Colemêrgê xera kiribû.

Back to top button