LI Başûrê Kurdistanê xeteriya vîrûsê dewam dike

Vîrûsa corona li welatên cîran jî hîna bandoreke diyarker dike. Li Başûrê Kurdistanê rewşên nû tomarkirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta ku girtiyên nexweş neghêjin asta mirinê wan bernadin.Her wiha li Îranê jî rewşa giran didome.

Vîrûsa corona hîna jî li Başûrê Kurdistanê nehatiye kontrolkirin û rewşên nû tên tomarkirin.

Ji ber vê yekê jî metirsiya belavbûna vîrûsê zêd ye.

Herî dawî Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê 5 kesên din jî bi vîrûsa Coronayê ketine.

Bi vê re jî jimara giştî ya pêketiyan dighêje zêdeyî 431 kesan.

Her ku diçe jimara qurbanan zêdetir dibe

Rewşa Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ya xeter jî dewam dike.

Li gorî daneyên fermî heta niha zêdeyî 4 hezar û 249 kesan jiyana xwe ji dest dane u 158 hezar û 548 kes bi vîruse ketine.

Li Wanê Tevî belavbûna vîrûsê tevgereke zêde heye

Yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ku vîrûs lê belav dibe, Wan e.

Tevî vê yekê jî tevgera li bazar balê dikşîne.

Bi taybet di van rojên beriya cejna Remezanê de.

Tevî xeteriya vîrûsê, gelek kes bê maske daketin kolanan.

Li Wanê heta niha 448 kes bi vîrûsê ketine.

Girtiyê nexweş heta jiyana xwe ji dest neda, nehat berdan

Yek ji cihên ku bi belavbûna vîrûsê re rewşa xeter xwe lê daye der, girtîgeh in.

Di girtîgehan de jî bi taybet rewş girtiyên nexweş, metirsîdar e.

Girtiyê ku her dem me behsa rewşa wî ya xerab dikir Sabrî Kaya, heta ku negihişt asta mirinê, nehat berdan..

Kaya ji 25’ê Adarê ve gelek caran rakirin nexweşxanê û bêyî ku dermankirina wî temam bibe, cardin dişandin girtîgehê, lê roja hat berdan jiyana xwe ji dest da.

Kaya, 6’ê Gulanê telefonî malbata xwe kiribû û gotibû:

“Êdî hêza min a li ber xwe bidim nemaye. Ez ê bimirim.”

Tevî rewşa Kaya xerab bû û her dem li nexweşxaneyê bû, lê dîsa girtî hiştin heta rewşa wî kambaxtir bû û jiyan xwe ji dest da..

Cenazeyê Kaya bi gumana coronayê nedan malbatê.

“Temenê mayî bila bi malbatên xwe re derbas bikin”

Her wiha Selma Ozkan keça Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî ku 24 sal in girtî ye got:

“Ji bo girtiyên nexweş û temenmezinan zû tiştekî bikin.

Bila temenê mayî li cem xizmên xwe derbas bikin.”

Vîrûsê dawî li jiyana 51 kesên din jî anî

Rewşa giran a li Îranê hîna nehatiye kontrolkirin.

Di nava 24 saetên dawî de, 2 hezar û 311 kesên din bi vîrûsê ketin û 51 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Bi vî awayî heta niha li Îranê 131 hezar û 652 kes bi corona ketine û 7 hezar û 300 kesan jî jiyana xwe ji dest daye..

Back to top button