Çeteyan DAIŞ’ê êrîşî Diyala kirin û di encamê de leşkerekî Iraqî hat kuştin û 1 jî birîndar bû

Li Iraqê ku ev zêdeyî 5 mehane aloziyek siyasî û aborî xwe daye der her ku diçe kurtir dibe.

Çeteyên DAIŞ’ê ku ji valehiya vê sûdê dibîne, tevgera xwe zêde kiriye.

Herî dawî çeteyan êrîşî Diyala kiribûn û di encamê de ji hêzên Iraqî kuştî û birînda çêbûbûn.

Her wiha Wezîra Parastinê yê Danîmarkayê ragihand ku di meha Adarê de wê carek din hêzên xwe veguhezîne baregeha Eyn Esed a Iraqê.

Li Iraqê ev nêzî 5 mehin aloziya siyasî û aborî didome.

Yên herî sûd ji vê aloziyê digre çeteyên DAIŞ’ê ne.

Her dawî çeteyên DAIŞ’ê êrîşê herêma Celewla ya bakurê parêzgeha Diyalayê kir.

Çavkaniyekê ji ewlehiya Iraqê ragihand ku DAIŞ’ê êrîşî nuqteyek ewlehiyê ya li pêşgeha herêma Celewla kir û di encamê de leşkerk hat kuştin û yek jî birîndar bû

Hêzên ewlehiyê êrîş şikandin û di encama êrîşê de leşkerek birîndar bû.

WÊ DANÎMARKA LEŞKERÊN XWE CAREKE DIN VEGERÎNE IRAQÊ

Îro wezîra parastinê yê Danîmarkayê Trine Bramsen  ragihand ku wê welatê wî hêzên xwe careke din bişîne baregeha Eyn Esed a Iraqê.

Di meha Çile de Danîmarkayê ji ber rewşa ewlehiyê hêzên xwe ji Baregeha Eyn Esed a Iraqê vekişandin Kûwêtê.

Piştî ku Îranê êrişî baregeha Eyn Esed kir, leşkerên Danîmarka jî mîna yên Emerîka jê bibandor bûn.

Li Iraqê 130 leşkerên Danîmarkayê li gel Emerîka û hêzên Koalîsyona navneteweyî hatine bicihkirin.

LI HERÊMA GERMIYANÊ, 2 SERÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN GIRTIN

Her wiha hate ragihandi ku Şaxê operasyona Asayîşa Germiyan û Silêmaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek lidardixistine.

Di encama operasyonê de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Back to top button