Dewleta Tirk a dagirker gundên Girê Spî topbaran kir

Îro carekedin dewleta Tirk a dagirker gundewarên rojavayê kantona Girê Spî topbaran kir.

Dewleta dagirker jî gundê Qizelî, El-Huriye, El-Selîb, El-Hoşan û El-Xalidiye bi dijwarî topbaran kir.

Artêşa dagirker ji bo koçberkirina şêniyên herêmê raste rast malên koçberan dikin hedef û topbaran dikin.

Doh jî leşkerên artêşa Tirk gundê Boraza û navenda navçeya Şiyûx a rojavayî Kobanê topbaran kir.

Di encam êrişê de ziyanên maddî gihîşt milkên sivîlan.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî bi daxuyaniyekê encma berxwedana 15 û 16’ê Sibatê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê,

15’ê Sibatê Çeteyên dewleta Tirk xwestin êrişî gundewarên Til Temir bikin, lê êrîş ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir ve hat şikandin û di encamê de 4 çete hatin kuştin.

16’ê Sibatê jî çeteyan êrîşî gelek gundên Eyn Îsayê kir, li nêzî gundê Kopîrlîk dewriyeya Rusan jî bû hedefê wan êrişan.

Di encamê de dewriyeya Rûsan paşve kişiyan.

Back to top button