Şêniyên bajarê Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Hela re xwest

YPJ’ê nasnameya şehadeta şervana xwe Hela Serêkaniyê eşkere kir. Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê ji malbata şervana YPJ’ê Hele Serêkaniyê re sersaxî xwest.

Ji bo şehîd Hela Serêkaniyê, Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li pêşiya mala wê ya li Kampa Serêkaniyê ya li Hesekê danî.

Endamên sazî, meclisên sivîl, leşkerî û saziyên Kampên Serêkaniyê û Waşûkanî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de, kesên axivîn sersaxî xwestin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Her wih bal hat kişandin ser têkoşîna şehîd Hela ya di oxira azadiya jinan û parastina gelên herêmê de û soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeyek demokratîk, fedral û azad hat dayîn.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyan dawî bû.

Back to top button