Li herêmê civîna sêalî tevkariya Rûsiya û dewleta Tirk rastî bertekên tund bertekên tundê hat û li herêmê çalakî didomin. Îro bi sedan kes bi pêşengiya ciwanan li navçeya Çelebiyê ya herêma Firatê meşiyan.
Bi sedan ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê ji Kobanê, Sirîn, Çelebiyê û Eyn Îsayê beşdarî çalakiyê bûn..
Xwepêşandan ji pêş avahiya meclisa Çelebiyê dest pê kir û li çerxerêya şehîd Gelhat a li gundê Xirab Îkê veguherî mêtingê.
Li wir li ser navên ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Mihemed Mihemed axivî.
Mihemed lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk bi hevkariya hikumeta Şamê li dijî gelê Sûriyê şermezar kir û got:
“Armanca vê komployê dirêjkirina kirîza Sûriyê ye ku gel berdêla wê dide.”
Bang hat kirin ku divê gel destekê bide QSD′ê ku xaka Sûriyê li hember berjewendiyên dewleta Tirk parast û diparêze..