Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan li Helebê tecrîd şermezar kir

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza şopandina rêya şehîdan û fikrê rêber Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, da.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan daxuyanî li li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin rêber Abdullah Ocalan bûye jêdereke fikrî, siyasî û armanca tecrîdê, têkbirina vîna gelê Kurd e.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk heta niha fêm nekiriye ku tevî tecrîdê jî, gel li ser şopa fikr û felsefeya rêber Ocalan e.

Meclisê destnîşan kir ku çareseriya doza Kurd, pêkanîna aştî û îstiqrarê, girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e.

Ddawiya daxuyaniyê, soza şopandina rêgeza şehîdan û fikrê rêber Ocalan, heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî hate dayîn.

Back to top button