Amerîka bang li Tirkiyê kir ku girîngiyê bide mafên mirov

Amerîkayê rewşa mafên mirov li Tirkiyê rexne kir û bang lê kir ku di vî warî de xwe bi pêş bixe.

Wezîrê Karê Derve yê DYE Anthony Blinken diyar kir ku “ji bo pêşxistina demokrasî û mafên mirov divê Tirkiyê jîngehekê guncaw peyda bike û girîngiyê bide mijarê”.

Blinken bal kişande ser rageşî û nakokiyên di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de û banga berdewamiya danûstandina di navbera aliyên navborî de kir.

Ev helwesta Amerîkayê piştî peywendiyeke bi rêya telefonê di navbera wezîrê karê derve yê Amerîkayê Blinken û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Mavlut Çavuşoglu de encam da.

Back to top button