Lindsey Snell: Li herêmên dagirkirî pagijiya nîjadî tê kirin

Rojnamegera Amarîkayî Lindsey Snell, ku demek dirêj e li Sûriyeyê rojnamegiryê dike, diyar kir ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye paqijiya nîjadî tê kirin. Lindsey Snell teqez kir ku şerê Tirkiyê yê li dijî Kurdan eşkereye û armanca wê jî ku împaratoriya Osmanî ji nûve ava bike.

Rojnamegera Amarîkayî Lindsey Snell ku demek dirêj li herêmê rojnamegeriyê dike ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir û diyar kir ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye paqijiya etnîkî tê kirin.

Lindsey Snell da zanîn ku di sala 2014’an de li Kobanê şer şopand û wiha got: Di şerê li Kobanê de jin YPJ’Ê di eniya pêş de bûn.

Lindsey destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî jin ji aliyê mêr ve tên çewisandin û mafê wan tê binpêkirin, lê li herêma ku Kurd lê serwer in, jin xwedî vîn û erk in.

Rojnameger Lindsey da zanîn ku hemû deverên ku dewleta Tirk dagirkeriye wekî dojehêne û teqez kir ku li gorî dîmenên ku jê re tên, li herêmên dagirkirî mîna Ffrîn hemû kirinên derexlaqî mîna tacîz, destdirêjî, her wiha talankirin, wêrankirin mal milkên şêniyên resen tên kirin.

Lindsey anî ziman ku piştî girtina wê ji aliyê El-Nûsra û şandina min ji Tirkiyêye , nêzîkatiya rayedarên Tirkiyeyê ji ya El Nusra pir xerabtir bû.

Rojnemeger Lindsey Snell teqez kir ku şerê Tirkiyê yê li dijî Kurdan eşkereye û armanca wê jî ku împaratoriya Osmanî ji nûve ava bike.

Jixwe, derbarê xeteriya Kampa Holê, rojnamegera Amarîkayî ev yek anî ziman:

Li wir pirsgirêka ewlehiyê pir zêde ye û parastina wê pir zahmet e, lewra divê ev pirsgirêk were çareswekirin.

Back to top button