Çeteyan 6 kes ji navçeyên Şera û Cindirêsê yên Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dike.
Dagirkeran 6 kes ji gundên Dêr Sewan ya Şera û gundê Mesîka yê Cindirêsê revandin.
Hat ragihandin çeteyan piştî ku pere ji kesên revandî girtin, ew berdan.

Li Efrîna Dagirkirî, sûc û binpêkirin çeteyan der heqeê welatiyên Efrînê yên mayî de dewam dikin.

Malper Efrîn Post ragihand ku çeteyên dagirkeriya, di her du hefteyên borî de, 6 kes ji gundên Dêr Sewan ya Girêdayî Navçeya Şeran û gundê Mesîka yê girêdayî Navçeya Cindirêsê revandin.

Çeteyan piştî ku pere ji kesên revandî girtin, ew beradn.

Malperê diyar kir ku di 27’ê gulana borî de, şêniyên bi navên Elî Mistefa Reşo yê 27 salî û û birayê wî Reşîd yê 29 salî bi hinceta ku xizmeta Erka Xweparastinê li gel rêveberiay Xweser a Efrînê kirine, li ser bendeke kontrolê ya çeteyan hatin revandin.

Çeteyan piştî hefteyekê, piştî ku pere ji her du şêniyan wergirt, ew berdan. Tevî ku beriya niha ji bo heman hincetê hatibûn girtin û li hemberî berdana xwe pere girtin

Di 6’ê hezîranê de jî, çeteyan bi hincetên bêbingeh 4 şênî ji gundê Mesîka yê girdayî Navçeya Cindirêsê revandin û birin navendên xwe li gundê Excilê.

Navên kesên ku hatin revandin wiha ne:
Mihemed Ehmed Birîm
Behrî Xelîl Birîm
Ebdo Fayiq
Şêx Hesen Dînik

Malperê diyar kir piştî ku pere ji kesên revandî hatin girtin, hatin berdan.

Li aliyekî din, çeteyan şêniyê bi navê Henan Elî Arifo yê ji gundê Qîbara ku zêdetirî 3 sal û 3 mehan di girtîgehên çeteyan de hatibû girtin, , di 8’ê hezîranê hate berdan.

Back to top button