Kerkûk-20 kesayetan ji bo êrişa Silêmaniyê daxuyanî da

20 kesayetan li Kerkûkê êrişa li dijî Silêmaniyê şermezar kirin.
Û bang li civaka navneteweyî kirin ku sînorekî ji êrişên Tirkiyê re deyne.

Li hember êrişa li djî Silêmaniyê bertek zede dibin.

Di vê derbarê de,

20 kesayetan li ser navê Encumena Kerkûkê daxuyanî dan.

Di nava wan de rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar jî hebûn.

”Divê civaka navneteweyî sînorekî ji êrişan re deyne”

Kesayetan di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:

Gelê Kurd û yê Iraqê bi pirsgirkêkên mezin re rû bi rû ne.

Ew jî destdirêjiya li ser xaka pîroz a Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin.

Tirkiye bi berdewam êrişî xaka Kurdistanê dike.

Êrişa herî dawî jî ya li ser Balefirgeh Silêmaniyê ye.

Em reftar û kiryarên Tirkiyeyê bi dijminane dibînin û şermezar dikin.

Ji bo wê daxwaz ji civaka navneteweyî dikin ku sînorekî ji van êrişan re deyne.

Kesayetam bang li hikûmetên Iraq û Başûr kir ku rê li ber êrişan bigirin.

Back to top button