Fermandariya Artêşa Amerîkayê CENTCOM’ê ragihand ku wan operasyonake esmanî li Rojhilatê Sûriyê li dar xistin û di encamê de, serçeteykî DAIŞ’ê û 2 hevkarên wî hatin girtin.
CENTCOM’ê eşkere kir ku di vê operasyonê de, berpirsê êrişên DAIŞê Huzeyfa El-Yemnî û 2 hevkarên wî hatine girtin.
Li gorî fermandariya Amerîkayê, girtina van kesan dê hêza DAIŞ’ê ya pêkanîna êrişan têk bibe.
Berdevê CENTCOM’ê Colonel Joe Puccino got ku, operasyonên li dijî DAIŞê ji bo aramî û ewlekariya vê herêmê gelekî girîng in, çimkî heta niha ew li ser hindir û derve gef e.
SHOR: Operasyon bi beşdariya YAT û CTG’ê pêk hatiye
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku ev operasyon bi beşdariya Yekîneyên Antî Teror û Hêza Dijterorê ya Başûrê Kurdistanê li Mergeha ya girêdayî Hesekê pêk hatiye.
Berî çend rojan jî, QSDê ragihand ku YAT û CTG’ê operasyoneke hevbeş li Mergeda pêk aniye û şaneyeke ji 4 çeteyên DAIŞê têk birine.
QSD, CTG û Koalîsyonê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞ pêk anî



