Şeniyên Mexmûrê: Divê ti kes li hember tecrîdê bêdeng nemîne

Şêniyên Wargeha Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kirin û gotin:
“Divê CPT, saziyên mafên mirovan û tevahî gelên azadîxwaz li hember tecrîdê dengê xwe derxin..”

Helîm Şirnexî yek ji şêniyê Wargeha Mexmûrê tecrîda li Rêber Apo şermezar kir û got:

“Ev dû sal in, ti agahî ji Rêber Apo nayê standin em ji ber vê yekê bi fikarin ..

CPT û cîhan teva li hember tecrîdê bêdengin ..

Ev bêdengiya cîhanê û rêxistinên mirovî cihê şermezariyê ye ..”

Helîm Şirnexî tekez kir ku lazime li hember tecrîdê em têkoşîna xwe xûrtir bikin.

Şêniyê bi navê Hacî Nerexî jî bi heman armancê axivî..

Hacî Nerexî da zanîn ku Rêber Apo, Rêberek netewî û gerdunî ye..

“Rêber Apo ji bo mafê hemû zindiyan têkoşîn dike..”

Hacî bang li tevahî kesên azadîxwaz kir ku li hember tecrîdê bêdeng nemînin.

Back to top button