Tevgera Azadî ji bo berdana girtiyên xelkên Şêladizê banga hestyariyê kir

Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo serbestberdana girtiyên xelkên Şêladizê ku par hatibûn girtin û hê jî nehatine berdan, banga hestyariyê li raya giştî kir.

 

Tevgera Azadî têkildarî welatiyên par ku di serhildana Şeladizê ya li dijî artêşa Tirk de hatibûn binçavkirin û hê jî di girtîgehê de ne daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Tevgera Azadî diyar kir ku aliyên siyasî, rêxistinên sivîl, hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li herêmê û rêxistinên mafên mirovan li hember van girtinan bêdeng in.

Tevgera Azadî bang li raya giştî kir ku ji bo berdana kesên girtî, doza wan were şopandin û ev mijar bikeve rojevê, weke destpêk jî kampanyayek li ser tora civakî bê pêşxistin.

Back to top button