“Divê dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkeve û sînorek jê re bê dayîn”

Ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk li herêmên Sûriyê bang li gel hat kirin ku ji siyasetên dagirkeriyê hişyar bin.

Sekretêrê Partiya Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê ya şaxê Minbicê Hisên Osman anî ziman dewleta Tirk di nava bêdengiya civaka navaneteweyî de, qanûnan bin pê dike.

Hisên Osman îşaret bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê ji Cerablus heta Efrîn û Şehbayê kir û eşkere kir “Ev yek bi desteka hin aliyên herêmî bi hinceta alîkariya bi koçberên Sûriyê re tê kirin û ev pere ji bo derxistina tevlîheviyê tên şandin ku bandorê li hevgirtina civaka Sûriyê dike.”

Osman banga derxistina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê kir; ku civaka navnetewî sînorekî ji sûcên ku li herêmên dagirkirî têne kirin, deyne.

Back to top button