Jinên ji Hol û Dirbêsiyê li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de, Kongra Star li navçeyên Hol û Dirbêsiyê yên kantona Hesekê semîner dan.

Di semînera li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê de, bi dehan şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Bedîa Erebo der barê rola jinan dê nirxandin kir û got:

“Jinan di dirêjiya dîrokî de ji ber hemû cûreyên tundiyê gelek zehmetî kişandin.

Di encamê de hişmendiya baviksalarî derket hole.

Rola jinan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bû destpêka têkbirina vê hişmendiyê.

Jinan di eniyên şer û avakirina pergala neteweya demokratîk de xwedî roleke pêşeng in.”

Li Holê jî semîner ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman ve hat dayîn.

Hêvî cûreyên tundiya li ser jinan wek tundiya derûnî û devkî û zayendî anîn ziman û got:

“Pêwîst e jin bi îrade û hêzeke xurt li hember tundiyê bisekinin, xwe perwerde bikin û parastina xwe pêş bixin. ”

Li Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê jinan meşek lidarxistin

Back to top button