Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo dewam dike. Bertek û bangên gel zêde dibe.
Welatiyên Minbic, Kobanê û Reqayê gotin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, dê têkoşînê bidomînin.
Hevserokê Komîteya Ciwanan û Werzîşê Mezlûm Hemo axifî û got:
“Ez bang li ciwanên herêmê û cîhanê dikim ku tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Apo bibin.”
Hevseroka Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Reqayê Buşra El Ehmed axifî diyarkir ku her ku tecrîd girantir bibe, pêre îsrar û vîna me ya şopandina fikrê Rêber Apo wê zêde bibe.
Îsmaîl Silêman bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî rewşa Rêber Apo û got:
“Ji zêdetirî 2 salan ve me tu agahî ji Rêber Apo nebihîstine. Kanî qanûna navneteweyî?
Daxwaza me diyar e, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.”
Zeyneb Xidir jî ev nirxandin kir:
“Ji kuştin û koçberkirina gelê Kurd re êdî bes e.
Edî em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin emê têkoşîna xwe ji bo azadiyê bilind bikin.