Li Rojhilatê Kurdistanê welatiyan serdana gorên qurbaniyan kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi sedan kes serdana gorên xwepêşanderên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kirin.

Îro li gelek welatên Misilmanan roja cejna eydê tê pîroz kirin lê li Îran û hin welatên din wê cejn sibê were pîroz kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê di roja dawî a remezanê de goristanên kesên di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de jiyana xwe ji dest dayîn bi girseyî hatin ziyaretkirin.

Bi sedan kesên di serdana goristanan de hatin ba hev, wêneyên kesên hatine qetilkirin hilgirtin û dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin.

Piştre jî bi sedan kesan bi hev re sirûda neteweyî ya kurd ‘Ey Reqîb’ xwendin.

Li Mêrdînê serdana goristanan hatin kirin

Back to top button