Sûdan…Balafiran gelek cih bombe kirin û li kolanan şer diqewime

Hêvî dihat kirin ku di roja cejnê de şerê li Sûdanê were rawestandin
Lê Balafiran gelek cih bombe kirin û di nav kolanan de jî şer didome.
Di şerê Sûdanê de heta niha 413 kes hatin kuştin. 3 hezar 553 kes jî birîndar bûne.

Mîna ji 15’ê Nîsanê û vir ve, di roja destpêkê ya Cejna Remezanê de jî li paytext Hartûmê de dengê bombeyan hat bihîstin.

Balafiran gelek cih bombe kirin û li kolanan jî şer qewimî.

Sendîkaya Bijîjkan diyar kir ku li gelek taxên Hartûmê di tevahiya şevê de hatin bombekirin û di saetên sibehê de jî dewam kir.

Di rojên dawî de NY, DYE, Yekîtiya Ereb, Yekîtiya Efrîqa û gelek hêzên herêmî ji bo agirbestê ketin hewldanan.

Dihat hêvîkirin ku di meha Remezanê de agirbest were kirin.

Aliyên şer her çendî ku peyamên agirbestê jî dabin, lê di pratîkê de şer qewimî.

Heta niha 330 sivîlan jiyana xwe ji dest daye

Heta niha 330 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, aliyên şer hev dû sûcdar dikin û her aliyek jî serketina xwe radigihîne.

Lewma ne mimkûn e ku kîjan hêz kuderê kontrol dike.

Di navbera artêşa girêdayî general Abdûl Fettah El Bûrhan ku weke fiîlî li serê dewletê ye û Hêzên Pişgiriyê ya Lez (HDG) ku hêzek paralîmîlîter a girêdayî Mûhammed Hamdan Daglo ye de, têkoşîna desthilatdariyê heye.

Hêzên Pişgiriyê ya Lez ku bi hezaran endamên wê hene, berê di şerê Darfûr ê bi xwîn de weke milîs cih girt, piştre bi fermî girêdayî artêşa Sûdanê bû.

Di Cotmeha 2021’an de jî artêşê û HDG’ê bi hev re sivîl ji desthilatdariyê dûr xistin.

Li gorî Rêxistina HWO`yê, heta niha 413 kes hatine kuştin

Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (HWO) Margaret Harris têkildarî mijarê rojnamevanan re axivî

Margaret Harris destnîşan kir ku hejmara qurbaniyên şerê Sûdanê zêdetir dibe û ev agahî parve kirin:

“Li gorî HWO`yê, heta niha 413 kes hatine kuştin, 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.”

Tevî agirbestê, şerê li Sûdanê berdewam e

Back to top button