HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku di encama êrişan de şer qewimî û çekek topê ya 57’an a artêşa tirk hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:
“19’ê Nîsanê li herêma Zapê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êriş bir ser Qada Berxwedanê ay Girê Cûdî.
Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û di encamê de şer qewimî.
20’ê Nîsanê jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û obusan êriş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.
Li wir jî şer qewimî.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kir.
Hêzên me yên YJA Starê ji bo xwe biparêzin bersiv dan û şer rû da.
Di encamê de çekek topê ya 57’an hate îmhakirin.”
Artêşa Tirk a dagirker 72 caran êrişî qadên berxwedanê kir
HPG’ê di dewamê de balkişande ser êrişên dewleta tirk a bi çekên qedexe û çekên giran û wiha got:
“20’ê Nîsanê li Sîdayê çeperên me yên berxwedanê carekê bi çekên qedexekirî hate bombekirin.
Di heman demê de li Metînayê qadên berxwedanê yên Girê Çarçêl, Golka û Girê Amediyê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Her wiha Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 68 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”