Li Mêrdînê serdana goristanan hatin kirin

Li Mêrdîn û navçeyên wê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanan hat kirin.

Partiya Çepên Kesk ji bo Cejna Remezanê li Mêrdîn û navçeyên wê serdana goristanê kir.

Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz jî di nav de gelek kes beşdar bûn.

Şandeya partiyê destpêkê çûn serdana Goristana Taxa Girê Bîrê. Piştre jî derbasî Goristana Malakado bûn.

Şande çû Goristana Sanayî û Goristana Taxa Firatê jî.

Li navçeyên din ên Mêrdînê jî bi tevlîbûna namzetan û partiya ve serdana goristana hat kirin.

Back to top button