Hilbijartina Parlamantoya rejîma Sûriyê di 13’ê meha Nîsanê de wê hilbijartin pêk bê

Hilbijartina parlamantoya rejîma Sûriyê di 13’ê meha Nîsanê de wê pêk bê.

Serokê rejîma Sûrî, Beşar El-Esed ragihand ku wê hilbijartina parlamantoyê di 13’ê Nîsanê de pêk bê.

Li gorî Destûra Bingehîn a Sûriyê her çar salan hilbijartina giştî pêk tê.

Hilbijartina dawî 2016’ê hatibû kirin û Partiya Baas û alîgirên wê piraniya dengan bidest xistibûn.

Ev hilbijartin jî, ji aliyê muxalefet û civaka navneteweyî ve nerewa hatibû nîşandan.

Hê jî nayê zanîn bê ka wê hilbijartin çawa bê kirin û çi li xwe bigire.

Back to top button