Sevîlay Çeleng: Em ê jiyanê jinûve ava bikin

Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amed û Colemêrgê diyar kirin ku yên encama hilbijartina diyar bikin jin û gelê Kurd e.
Her wiha bang li ciwanan kirin ku tevli hilbijartinan bibin û xwedî li dengê xwe derkevin.

Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Parlamenteran nêz dibe.

Namzetên Partiya Çepên Kesk derbarê hilbijartinan de axivîn.

Ji namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk got:

”Karên me bi coş, bedew û bi reng derbas dibin.

Heta bi şev buroyên hilbijartinê têne vekirin. Heman coş dewam dike.

Rêxistina bajêr dixebitin, kombûnan bi rêxistin dike, me gelek buro vekir.

Eleqeya gelê me xurt e. Her kes bi dilxwazî tevlî dibe.

Yên ku coşa vî karî diafirînin ew in.

Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin û jiyanê jinûve ava bikin.”

Halîde Turkoglû: Em ê bi ser bikevin

Ji namzetên Amedê ya heman partiyê Halîde Turkoglû jî ev tişt anî ziman:

“Em tevlî vekirina buroyên hilbijartinê dibin.

Vekirinên buroyan bi govendê, tilîliyan, coş derbas dibe.

Bendewariya dikandaran gelekî zêde ye, dibêje ‘êdî kêr gihîştiye hestî’.

Dixwazin ku em rejîma yek şexsî têk bibin. Em ê jî ji bo vê xwe bi rêxistin bikin.

Ji bo jin, ciwan, Kurd, Elewî, bawerî û çandên cuda em ê bi ser bikevin.”

Huemyra Armût: Xwedî li dengê xwe derkevin

Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Huemyra Armût jî derbarê mijarê de axivî.

Huemyra bang li ciwanan kir ku roja hilbijartinê yekser tevlî karên hilbijartinê bibin.

Û xwedî li dengê xwe derkevin.

Sîpan Tûran: Jin û Kurd wê encaman diyar bikin

Hevseroka DBP’ê ya Colemêrgê Sîpan Tûran jî ev tişt anî ziman:

”Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo Kurdan û jinan gelekî girîng e.

Yên ku encamên vê hilbijartinê diyar bikin jin û Kurd in.

Lewma weke jin ên ciwan em li her qadê têdikoşin.

Di kar de em daxwazên bi vî rengî yên mirovan dibînin.

Dixwazin desthilatdariya heyî têk biçe.

Li gel vê yekê em rola jinên ciwan di guhertina desthilatdariyê de hîs dikin.”

Meclisa Ciwanan gera bîsklêtê pêk anî

Meclîsa Ciwanan a Partiyê jî gera bîsklêtê pêk anî.

Namzeta herêma yekemîn ya Partiyê ya Stenbolê Dersîm Dag û gelek ciwan tevli bûn.

Di dema gerê de ciwanan muzîkên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk û stranên Kurdî vekirin.

Di dema gerê de Dersîm Dag axaftinek kurt kir.

Û diyar kir ku ew ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê bin bana Partiya Çepên Kesk de tên gel hev.

Dersîmê bang li hemû ciwanan kir ku denga xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Back to top button