Piştî Erdogan Çavûşoglû jî gefa êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar

Rêjima dewleta Tirk ya ku Erdogan seroktiya wê dike ku di nava alozîyên mezin de ye careke din berê xwe dane bakur û rojhilatê Sûriyê.
Piştî Erdogan vê care jî wezîrê wî yê karê derve Çavûşoglû jî gefa êrişan xwar.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglû piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Nîkaraguyê Denis Moncada Colindres re, li Enqerê daxuyaniya çapemeniyê da.

Çawûşoglû derbarê ji nûve êrişeke li ser bakur û rojhilatê Sûriyê de îdia kir ku Amerîka û Rûsyayê li gorî peymana ku hatiye îmzekirin tevnegeriyane û got çi pêwîst be wê bikin.

Çawûşoglû îdia kir ku di van demên dawiyê de ji bakur û rojhilatê Sûriyê êriş li dijî wan pêk hatiye lê Rûsya û Amerîkayê berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.

Tevî ku QSD’ê daxuyanî da û diyar kir wan li dijî sînorê Tirkiyê ti êriş pêkneanîye lê tevî vê jî dewleta Tirk bi propaganda û nûçeyên derew hewl dide rewatiyê ji bo êrişên xwe yên dagirkeriyê ava bike.

Back to top button