Nîjerya.. Ji ber lehiyê bêtirî 100 hezar kes ji cih û warê xwe bûn

Li Nîjerya barana zêde bû sedema koçberiyê.
Barana veguherî lehiyê hişt ku bêtirî 100 hezar kes ji cih û warê xwe bibin.

Rêveberê Giştî yê Ajansa Rewşa Lezgîn a Neteweyî ya Nîjeryayê (NEMA) Mustapha Hebîb daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber lehiya li welêt, xelk di qonaxeke dijwar da derbas dibe.

Hebîb destnîşan kir ku ji ber lehiya ku ji ber barana zêde li welêt rabû, li 29 eyaletan û herwiha li paytext Abucayê zêdeyî 100 hezar kes bê mal man.

Hebîb diyar kir ku ji ber lehiyê zêdetirî 500 kes birîndar bûne û got;

Bêtirî 500 hezar kes bi awayekî neyînî ji lehiyê bandor bûne.

Hebîb bal kişand ku hin mexdûrên lehiyê bi awayekî demkî li dibistan û avahiyên giştî yên li derdorê û hinek jî li kampên demkî hatine avakirin bicih bûne.

Ji ber lehiyê nexweşiyên veguhêz ên wekî kolera û malaria jî derketine.

Li Nîjeryayê ji ber barana zêde ji bêtirî 400 kes mirin.

Pisporên guherîna avhewa û hawirdorê hişyarî dan ku li welêt 53 mîlyon mirov di bin xetereya lehiyê de ne.

Back to top button