Li cîhanê di her 4 saniyan de kesek ji ber birçîbûnê dimire

Bi qasî zêdebûna jimara nifûsa cîhanê, birçîbûn jî ewqasî zêde dibe.
Di her 4 saniyan de kesek ji ber birçîbûnê dimire.
Rêxistinên Civakî beriya Civata Giştî ya 77. a NY bang li rêberên cîhanê kirin û gotin:
Êdî bikevin nava tevgerê.

Bêtirî 200 rêxistinên civakî yên sivîl ji bo civîna Civata Giştî ya salane ya NY’ê li bajarê New York yê Amerîka kom bûn.

Rêxistinan di cîvîna ku wê hefteyekê dewam bike de, derbarê birçîbûnê hişyarî dan.

Di daxuyaniya hevpar a 238 rêxistinên civakî yên sivîl de wiha hate gotin:

“Rêxistinên ji 75 welatan ji bo hêrsa xwe ya li dijî birçîmayîna 345 milyon kesan li seranserê cîhanê û zêdebûna du qatî ya birçîbûnê ji sala 2019’an heta niha bînin ziman û pêşniyaran bikin, nameya vekirî îmze kirin.”

Mohanna Ahmed Elî ElJabalî, yek ji kesên ku name îmze kir li komeleya li ser navê Yemen Family Care Assocîatîon, wiha got:

“Tevî hemû teknolojiyên çandiniyê (…) nabe ku em hêj qala hişkesaliya sedsala 21’emîn bikin.”

Eljabalî got:

“Ev ne girêdayê welat yan jî parzemînekê ye û tenê sedemek ê birçîbûnê nîn e.

Ev girêdayê bêedaletiya hemû mirovahiyê ye.”

Rêxistinên civakî bertek nîşan dan ku ji her çar saniyan carekê kesek ji birçînan dimire.

Yên name îmze kirine, têkildarê krîza xurekan a di 2016’an de ji aliyê Rêxistina Çandiniyê û Dexil û Dan a NY’ê, Bernameya Dexil û Dan a Cîhanî, Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên civakî hatin avakirin, bi daneyên xwe yên di rapora dawîn a meha Îlonê ya Tora Cîhanî de ev tespît kirin.

Back to top button