Cara yekemîn li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ji bo sala nû ya xwendinê ya 2022-2023 wê xwendekar bi cilên fermî derbasî dibistanan bibin..
Niha cilên xwendekaran li kompaniyaya Hîva ya li bajarê Qamişlo têne amadekirin.
Desteya Perwerdê ya bakur û rojhilatê Sûrî 27’ê Tebaxê biryar girt ku êdî cilên xwendekarên li herêmê fermî bibin.
Ev demeke jî amadekariya dirûtina cilên 843 hezar û 752 xwendekaran tê kirin..
Kompaniyaya Hîva ya li bajarê Qamişlo jî bi kordîneya Desteya Perwerdê vê xebatê dimeşîne..
Li vir cilên xwendekaran ên seretayî, navîn û amadehî têne dirûtin û bi rêya bazirganan belavî ser bazarê tê kirin.
Tevî amabargoya li ser herêmê jî kompaniyê cawê bi kalîteya herî baş peyda kiriye û lez daye vî karî.
Lewra bêtirî 80 karker, rojê 14 seatan kar dikin.
Heftane bêtirî 5 hezar taxim, têne amadekirin û tê gotin ku di nava mehekê de ev xebat bi dawî bibe..