Endamên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişan pergala parastinê xurt bikin .
Endamê Meclisa Giştî ya Hesekê Samir Kebro êrişên dewleta Tirk bi gelek armancan ve girêda û got:
“Dewleta Tirk asta êrişên li dijî herêmê zêde kir..
Ev yek ji bo ku aloziyên xwe yên hundirîn derbasî dewletên cîran bike.”
Armanca Erdogan ew e ku dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike…
Kebro bang li pêkhateyên herêmê kir ku piştgiriya hêzên leşkerî bikin ku li hember êrişên dewleta Tirk disekinin.
Endamê Partiya Muhafezkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed El Birak jî dibêje :
Dewleta Tirk êrişê her kesî dike û wan hedef digre û hêzên garantor bê deng in.
El Birak tekez kir ku divê pêkhateyên herêmê xwe li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin..
Û li kêlka hêzên leşkerî bisekine û destekdayîna wan bikin.



